Nîsan 19, 2024 07:57 Asia/Tehran
  • Berdewambûna dizîna nifta Sûriyê ji aliyê hêzên Amerîkî ve

Hêzên dagîrker ên Amerîkayê dizîna nifta Sûriyê berdewam dikin û di saetên borî de 45 tankerên sotemeniyê talan kirin û derbasî baregehên xwe yên li bakurê Iraqê kirin.

Çavkaniyên xwecihî yên derdora El-Yerebiyê ya nêzîkî sînorê Iraqê ji ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) re ragihandin: karwaneke hêzên dagîrker ên Amerîkayê ku ji 45 kamyonên nifta dizî pêk dihat, ji meydana El-Cezîre ya derbasgeha neqanûnî  ya El-Mehmûdiyê derket.

SANA newsê her wiha got: Ev karwan ji Sûriyê ber bi baregeha leşkerî ya Amerîka li bakurê Iraqê ve çû.

Li gorî vê raporê; Hêzên dagirker tankerên ku tê de sotmeniya dizyayî û bi wesayitên zirxî yên leşkerî yên Amerîkî  ji derbasgeha neqanûnî ya El-Welîd a li taxên El-Erebî ber bi herêma bakurê Iraqê ve, derxistin.

 Çavkaniyên hanê destnîşan kirin ku barê nifta dizyyaî ya Sûriyê ji rêya dergeha neqanûnî ya El-Mehûdiyê li derdora rojhilata Hesekê bo Iraqê hat veguhestin. 

Bi têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê wek baskê leşkerî yê Amerîkayê li Sûriyê di Kanûna 2016`an de, hêzên Amerîkî rasterast cihê vê komê girtin  û hema ji hingê ve dewsa DAIŞê dest bi derxistin û diîna nifta Sûriyê kirin. 

 

Serepeyv