Nîsan 06, 2024 08:05 Asia/Tehran
  • Êrişa Berxwedana Iraqê bi xwefiran ser Golana dagirbûyî û palîngeha niftê ya Rejîma Siyonîst

Berxwedana Îslamî ya Iraqê vê sibê derbarê êrişa bi xwefiran ser Golana dagirbûyî ya Sûriyê û palîngeha niftê ya Rejîma Siyonîst agahî da.

 

Berxwedana Îslamî ya Iraqê îro şemiyê di daxûyaniyekê de ragihand: Bona piştevaniya ji gel û berxwedana Filistînê li Xezeyê, hedefeke leşkerî ya Rejîma Siyonîst li bilindahiyên Golana dagirbûyî ya Sûriyê  kiriye armanc.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de tekez kir: Berxwedan dê êrişên  xwe yên tolhildanê  ji bo piştevaniya Xezeyê berdewam bike.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê  îro jî derbarê  êrişa  bi xwefiran ser palîngeha niftê li erdên dagirkirî yên Filistînê agahî da.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wek berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst,têkoşerên me bi xwefiran palîngeha niftê ya Rejîma Siyonîst li Heyfayê kirin armanc.

Komên Berxwedana islamî yên Iraqê bi armanca piştevaniya ji berxwedana Filistînê û şermezarkirina piştevaniya giştalî ya Amerîkayê ji cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê çendîn caran baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê û herwiha baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê û herwiha li navçeyên dagirbûyî kirine armanc.

Bereya berxwedanê ya Iraqê li stratejiya xwe ya nû navendên pir girîng ên siyonîstan ji wan balafirgeh û baregehên hewayî dide ber êrişan û hewl dide ku qada hewayî ya Rejîma Siyonîst bê ewleh bike.

 

Serepeyv