Adar 31, 2024 08:26 Asia/Tehran
  • Li bajarê Ezazê yê Sûriyê di encama teqînekê de 10 kuştî û 30 birîndar hene

ِDi encama teqîna otombîleke bombekirî de li bajarê Ezazê li bakurê parêzgeha Helebê herî kêm 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn,

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan vê sibê du terorîstên DIŞIê li bazara bajarê Ezazê li bakurê parêzgeha Helebê ku di bin dagirkeriya terorîstên El-Cêyş El-Wetenî yên ser bi Tirkiyê ye, otombîleke bombekirî hat teqandin ku di encamê 40 kes hatine kuştin an birîbdar bûne.

Li gor  gotina çavkaniyên sûrî, vê teqînê ziyaneke madî ya mezin jî gihandiye dukanên derdorê.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku ji ber tundiya teqînê, îhtîmala zêdebûna hejmara kuştiyan heye.

Heta niha zanyariyên zêdetir li ser vê êrişê nehatine weşandin û ti komekê berpirsatiya wê negirtiye ser xwe. 

Artêşa Tirkiyê ji sala 2016an ve, bi 2 operasyonên Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê, 4 hezar kîlometran ji xaka Sûriyê, ku Efrîn û bajarên Bab, Ezaz û Cerablûsê jî di nav de ye, dagir kirine.

Serepeyv