Êrişa topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser meqerên artêşa Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i346096-Êrişa_topxaneyî_ya_rejîma_siyonîst_ser_meqerên_artêşa_sûriyê
Artêşa Rejîma Siyonîst êvara îniyê, ragihand ku li bersiva êrişa mûşekî ya Sûriyê, meqerên artêşa vî welatîdane ber êrişan.
(last modified 2024-01-20T03:36:07+00:00 )
Çile 20, 2024 06:55 Asia/Tehran
  • Êrişa topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser meqerên artêşa Sûriyê

Artêşa Rejîma Siyonîst êvara îniyê, ragihand ku li bersiva êrişa mûşekî ya Sûriyê, meqerên artêşa vî welatîdane ber êrişan.

Artêşa Rejîma Siyonîst îdia kir ku ev êriş wek bersiva êrişên  bi rêkêtan ên roja Pêncşemê ku ji Sûriyê hatibûn kirin, cih hatiye.Nivîsgeha artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê ragihandibû ku piştî êrişa bi roketan  ji  axa Sûriyê ve ber bi  Golana dagîrbûyî, zengilên xeterê  li vê deverê hatine aktîfkirin.

Li gor raporên medyaya siyonîst 3 mûşek ji Sûriyê ber bi Golanê ve hatin avêtin û li navçeyên nexelktêde ketine.Artêşa Rejîma Siyonîst li halekî  de ev daxûyanî daye ku artêşa Sûriyê heya dema weşandina vê nûçeyê bertek nîşanî  nedaye û ew ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.