Êrişa topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser meqerên artêşa Sûriyê
Çile 20, 2024 10:25 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Siyonîst êvara îniyê, ragihand ku li bersiva êrişa mûşekî ya Sûriyê, meqerên artêşa vî welatîdane ber êrişan.
Artêşa Rejîma Siyonîst îdia kir ku ev êriş wek bersiva êrişên bi rêkêtan ên roja Pêncşemê ku ji Sûriyê hatibûn kirin, cih hatiye.Nivîsgeha artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê ragihandibû ku piştî êrişa bi roketan ji axa Sûriyê ve ber bi Golana dagîrbûyî, zengilên xeterê li vê deverê hatine aktîfkirin.
Li gor raporên medyaya siyonîst 3 mûşek ji Sûriyê ber bi Golanê ve hatin avêtin û li navçeyên nexelktêde ketine.Artêşa Rejîma Siyonîst li halekî de ev daxûyanî daye ku artêşa Sûriyê heya dema weşandina vê nûçeyê bertek nîşanî nedaye û ew ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.