Çile 06, 2024 10:20 Asia/Tehran
  • Êrişa duyem li ser meqera herî mezin a dagirkeran li Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê teqînên giran li baregeha dagirkerên Amerîkayê li gundê El-Xezra li Dêre Zora ya Sûriyê agahî dan.

Teqînên roja Înê li baregeha Amerîkiyan  li meydana niftê ya ya El-Omerê li derdora rojhilatê Dêrezorê, ku yek ji mezintirîn baregehên Amerîkî li Sûriyê ye, duyemîn êrişa di 24 sietên borî de ye. Hêjayî gotinê ye ku  eva  bo cara çendan di çend heftiyên derbasbûyî de ye ku  meqera amerîkiyan li rojhilatê Sûriyê dikeve ber êrişa komên berxwedanê. 

 Her wiha  meqera amerîkî ya Herîrê li bakurê Iraqê jî duh ket ber êrişa xwefiran. 

 Berxwedana  Iraqê pêştir ragihandibû ku  bendera Îlatê li başûrê Filistîna dagirkirî û doşika gazê ya Karîşê ya Îsraîlê li deryaya Medîteranê daye ber êrişan. 

 

  

Serepeyv