Cotmeh 23, 2023 15:11 Asia/Tehran
  • Bi dehan jin û zarokên qirqîz ji Sûriyê vegeriyan

Li gor ragihandina Wezareta Karên Derve ya Qirqîzistanê, 21 jin û 62 zarokên welatiyên vî welatî bi firokeyeke taybet ji Sûriyê hatine veguhestin.

Yekem qonaxa vegerandina welatiyênqirqîz bo Qirqizistanê di çarçoveya erkdariya mirovî  ya Aykel de di sibata îsal dest pê kir.

Hîngê 18 jin û 41 zarok ji navçeya şer a Sûriyê derbasî Qirqizistanê bûn. Di qonaxa  din a erkdariyê ya bi navê Aykol-2 de, di meha Tebaxê de 31 jin û 64 zarok  bo vî welatî hatin vegerandin .

Li gor daxuyaniya Wezareta karên Derve ya Qirqizistanê, 21 jin û 62 zarokên Qirqîz bi firokeyeke taybet ji Sûriyê bo vî welatî hatin veguhestin.

Vegerandina  qirqîzên endamên DAIŞ'ê li kampên  bakurê rojhilatê Sûriyê di çarçoveya erkdariya mirovî ya Aykel-3 de cih hat.Adara 2021ê  de jî 79 zarokwek beşek ji  eroldariya mirovî ya Mîrîm de ji Iraqê bo Qirqizistanê hatin vegerandin.

Herwiha di salên 2015-2013an de bi  fermî hat ragihandin ku hejmara qirqiçîzên ku cuda tevlî komên terorîst bûne, zêde bûye.

Li gorî rapora Komîteya Ewlehiya neteweyî Netewî ya Qirqizistanê di sala 2018an de, 850 welatiyên qirqîz çûne navçeyên şer ên Sûriyê û  û ji vê hejmarê 150 kes hatine kuştin.

Serepeyv