Cotmeh 16, 2023 09:08 Asia/Tehran
  • Rayedarekî kurd ê Sûriyê: Tirkiye bi zanebûn navendên  xizmetguzariyê  û navendên xelkê sivîl li Sûriyê dide ber êrişan

Yek ji berpirsên kurd ê Sûriyê got ku Tirkiyê bi zanebûn saziyên xizmetguzariyê yên navçeyê û xelkê sivîl dide ber êrişan û vê dawiyê jî navendeke  rawestana li himberî madeyên nakrotîk li bakurê Sûriyê da ber êrişan.

Elî El-Hesen,  yek ji berpirsên ewlehiyê li bakurê Sûriyê, wek berteka li himberî  êrişa vê dawiyê ya artêşa Tirkiyê ser navenda hêzên nasiyar bi hêzên ewlehiya navçeyê, ku di encamê de 29 kes ji  endamên hêzên rawestana li ber madên narkotîk li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê hatin kuştin de got: Hikûmeta Tirkiyê di êrişên xwe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de,  henqesd piraniya saziyên ku di xizmeta gel û civakê  de  da ber êrişan

û di encama  êrişên artêşa Tirkiyê,navendên  ceyran, av û binesaziya navçeyê  hatin bombebarankirin û xelkê sivîl jî ketin  ber êrişan û tên kavilkirin.

Elî Hesen di dewamê de bal kişand  ser vê yekê ku hikûmeta Tirkiyê ji midehek berî niha va  hewil dide  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî bide destpêkirin û got, hikûmeta Tirkiyê her tim  di halê plandarêtina jibo  êrîşan e  ku binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û biratiya xelkê  û yekîtiya wan ji holê rake.

 

 

Serepeyv