Îlon 25, 2023 17:02 Asia/Tehran
  • Rawestandina xebata Hêzgeha karebayê ya Til Temerê li Sûriyê

Ji ber ber êrîşên Tirkiyê xebata hêzgeha karebayê ya Til Temer a li Sûriyê hat rawestandin.

 

Salih Îdrîs, Rêveberê Giştî yê Şîrketa Elektrîkê ya parêzgeha Hesekê ya Sûriyê ragihand: Ji ber êrîşa bi roketan a artêşa Tirkiyê  ser xeta wê ya sereke li navçeya Um El-Kif, xebatên hêzgeha Til Temer hat rawestandin û  karebaya Til Temer û gundên derdora wê qut bûye.

Îdrîs wiha got:  Hewldanên jibo restorekirin û destplêkirina xebata hêzageha  Tel Temerê berdewam in 

Rêveberê giştî yê kompanyaya cereyanê ya parêzgeha Hesekê ya Sûriyê got : gundên derdora bajarê Til Temirê li parêzgeha Hesekê di van rojên dawî de gelek caran rastî êrişa artêşa Tirkiyê hatine ku  di encamê de ziyanên madî  yên zav mal û milkên giştî û taybet ketine..

Artêşa Tirkiyê  û kirêgirtiyên ser bi wê gelek caran binesazî û navendên xizmetguzariyê yên parêzgeha Hesekê û rojavayê wê dibin ber êrişan ku gel ji ber vê meselê rastî kêmasiya xizmetguzariyên bi vî rengî tên.

 

Serepeyv