Îlon 25, 2023 15:59 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Çîn pêşengiya alûgurên niha ya cîhanê dike

Serokkomarê Sûriyê peywendiyên welatê xwe bi Çînê re giring nirxand û got: Welatê wî pêşengiya alûgurên niha ya cîhanê li ser bingeha pêşketina teknolojî û aborî dike.

 

 

Beşar Esed,Serokkomarê Sûriyê roja Pêncşemê 21ê Îlonê di sefereke fermî serddcana Çînê kir. Ev yekem sefera Serokkomarê Sûriyê bo Çînê piştî nêzîkî 2 salan e.

Beşar Esed di hevdîtina bi serokwezîrê Çînê re got: Alûgura ku îro li cîhan pêk tê,  bi pêşengiya Çînê  ji rêya pêşketina teknolojî û aborî li gel parastina erf û adet û prensîpa rêzgirtina ji kesên din û çanda wan, cih tê.

Serokomarê Sûriyê destnîşan kir: Têkiliyên Sûriyê û Çînê bi sê planên ku ji aliyê Serokkomarê Çînê ve ji bo berfirehkirina hevkariyên dualî di warên aborî, çandî û sermayeguzariyê de di çarçova projeya Kember û rê, hatine raberkirin dikarin zêdetir bên berfirehkirin.

Beşar Esed ji hikûmeta Çînê  ji ber ku di şerê dijî têrorîsmê de piştgirî da Sûriyê û di dema erdheja vê dawiyê de alîkarî gîahndin vî welatî, destxweşî kir.

Lî Çiyang,Serokwezîrê Çînê  jî di vê hevdîtinê de got: Îro cîhan ji  ewlehî û aramiyê dûr ketiye û di vê qonaxa hestyar de, me hewcetî bi hevkarî û hevahengiya zêdetir li gor berjewendiyên hevpar di navbera Sûriyê û Çînê de heye.

Piştgiriyên Çînê ji Sûriyê ji bo pêşketina hevpar navbera her du welatan de berdewam in.

Serokwezîrê Çînê herwiha got: Pêvajoya geşatî û avedankirinê li Sûriyê rastî kêşeya boykotan hatiye, ji ber wê jî Çîn dixwaze di civîna  serokên her du welatan de, bona  piştevaniya  ji Şamê û bikaranîna cih û şûna cuxrafiyayî ya Sûriyê û cihhatina mecalên avedankirinê sûdê werbigire.

 Şî Cîn Pîng, Serokkomarê Çînê li hevdîtina xwe ya bi Beşar Esed re got: Çîn û Sûriyê li dû ragihandina hevkariya xwe ya stratejîk in.

Di vê hevdîtinê de Serokomarê Çînê got: Piken di saya nearamiya rewşê  de amade ye hevkariyên xwe bi Sûriyê re berfireh bike.

Şî Cîn Pîng bal kişand  ser vê yekê ku Sûriye yek ji welatên yekem bû ku bi Çîna nû re peywendiyên xwe destpê kirû diyar kir ku peywendiyên Sûriye û Çînê  ev 67 sal in  berdewam bûne û dostaniyeke bihêz di navbera her du welatan de hebûye.

 

Serepeyv