Îlon 18, 2023 07:42 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya siyonîstan ser başûrê Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa xwefirên siyonîstan ser navenda artêşa Sûriyê li bakurê parêzgeha Derayê agahî dan.

Li gorî rapora Uni-news`ê, xwefirên siyonîstan yek ji baregehên artêşa Sûriyê li bajarê Cebabê li bakurê parêzgeha Derayê kirine armanc.

Êvara Çarşema buhurî, xwefirên Îsraîlê ji peravên Lubnanê  ber bi parêzgeha Humsê ya navenda Sûriyê ve mûşek avêtin.

Ev êriş di halekî de cih hatine ku xwefirên Rejîma Siyonîst êvara heman rojê li gorî dema herêmê, parêzgeha Tertûs li rojavayê Sûriyê ji rexê deryaya Medîteranê kirin armanc.

Di vê êrîşê de, hin cihên gundê El-Cemasiyê ya girêdayî parêzgeha Tertûsa Sûriyê ketin ber êrişan û berevaniya esmanî ya Sûriyê bersiva mûşekan da.

Di vê êrişa hewayî de, 2 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dan û 6 kes  jî birîndar bûn. Di vê êrişê de zirar û ziyanên madî jî çêbûn.

 

منبع خبر

Serepeyv