Îlon 04, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Dagirkerî û talankeriya Amerîkayê li navçê tenê bi berxwedana gel dê bi dawî bibe

Wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Dagirkeriya Amerîkayê li Sûriyê ku bona talankirina çavkaniyên wê û herwiha piştgiriya komên têrorîst didome, tenê bi berxwedana gelê Sûriyê li kêleka artêşê dê bidawî dibe.

 

Feysel El-Miqdad, Wezîrê Karên derve yê Sûriyê di konferansa Federasyona Saziyên Erebî li welatên Amerîkaya Latîn got:

Dagirkeriya hêzên Amerîkayê li bakur rojhilatê Sûriyê, talankirina çavkaniyên wê û piştgiriya ji  komên terorîst,bi têkoşîna gelê qehreman ê Sûriyê li  navçeyên Dêrezorê û Hesekê li gel artêşa vî welatî dê dawî bibe.

El-Miqdad got: Dê dagirkeriya welatan li bakurê Sûriyê di demek nêzîk de bidawî bibe û divê Tirkiye bizane ku derketina ji axa Sûriyê tenê rêya vegerandina peywendiyên her du welatan bo rewşa berê ye.

Vî berpirsê Sûriyê di bersiva pirsekê de derbarê paşeroja Sûriyê piştî vegera nav  Komkara Erebî, got: Şam ti carî ji çarçoweya kiryarên hevpar ên erebî derneketiye û ger Amerîka û rêjîma dagîrker a Israîlê û hevpeymanên wan  ser vê baweriyê ne ku dikarin hikûmeta Sûriyê ji gelê wê cuda bikin, bêguman şaş bûne. 

 

 

منبع خبر

Serepeyv