Îlon 04, 2023 07:39 Asia/Tehran
  • Piştgirîkirina aborî ya Amerîkayê ji terorîstan bi çavkaniyên niftê yên Sûriyê

Endamekî hevpeymaniya Fethê ya Iraqê ragihand ku hêzên amerîkî çavkaniyên niftê yên rojhilatê Firatê li Sûriyê bi kar tînin bona piştgiriya ji komên terorîst û dabînkirina aboriya wan.

 

Ayid El-Hîlalî, endamê hevpeymaniya Feth a Iraqê roja yekşemiyê di hevpeyvîneke bi malpera El-Melûmeyê re  teqez kir, ku hêzên Amerîkî ji  dema ku  li herêma rojhilatê Firatê li Sûriyê bi  cih bûne ve hewil didin nifta ku ji bîrên vê navçeyê derdixin, bidizin.

Hîlalî her wiha got, aliyê Amerîkî li ser hinek projeyan bona  sermayeguzariya di nifta Sûriyê de kar dike ji bo ku  aboriya komên terorîst ên ku li herêmê pêk anîye, dabîn bike. 

 Endamê hevpeymaniya Fethê diyar kir ku Amerîka diravê bûdceya xwe xerc nake, lê hewl dide rêyên din ji bodabînkirina aboriya komên terorîst bibîne, ku  vî karî niha bi bikaranîna nifta Sûriyê dike.

 

Serepeyv