Tebax 24, 2023 10:22 Asia/Tehran
  • Sûriye: Divê Konseya Ewlehiyê bêdengiya xwe ya li hemberî dagirkeriyê bişkêne ​

Nûnerê dayimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî amaje bi êrişên berdewam ên Rêjîma Siyonîst li Sûriyê kir û ji Konseya Ewlehiyê xwest ku dawî li bêdengiya xwe bîne û ​

 

Besam Sebax, Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di civîna Konseya Ewlehiyê de got:

Dagirkerên Israîlî bi berdewamiya êrişên ser axa Sûriyê û pêwîst e Konseya Ewlehiyê li hember vê yekê bêdeng nemîne û erka xwe têkildarî girtina pêşiya siyasetên dagikeran cih bîne.

  Sabbagh her wiha got: Amerîka piştgiriya xwe rêxistinên terorîst  didomîne van rêxistinan ji bo pêkanîna planên xwe li  Sûriyê û herêmê wek amûrek bikar tîne.

Vî rayedarê sûrî tekez kir: Dewama hebûna neqanûnî ya artêşa Tirkiyê  nav axa Sûriyê û piştevaniya ji  terorîstan rê li ber aramî û ewlehiya  li Sûriyê digre.

 

Di vê civînê de Dîmîtrî Polyanskî nûnerê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Yek ji sedemên sereke yên bêewlehî û nebûna aramiyê li Sûriyê hebûna leşkerî ya neqanûnî ya Amerîkayê li vî welatî û navça Firatê ye.

Her wiha li bajarokê El-Tenfê çekdarên terorîst ên curbicur  mîna DAIŞê hene kuwelatên rojavayî van komên terorîst ji bo armancên xwe yên jeopolîtîk bikar tînin.

Polyanskî daxwaza rawestandina êrişên neqanûnî yên hêzên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê kir û bal kişande ser êrişa vê dawiyê ya vê rejîmê li ser axa Sûriyê û navçeyên derdora Şamê kir  û got:

Ev kiryar binpêkirina eşkere ya Serwerî û yekparçeyiya axê ya Sûriyê û welatên cîran e.

Îrevanî Balyozê Îranê li NY diyar kir: Serwerî û yekperçetiya axê ya Sûriyê ji ber dagîrkirina hin navçeyên vî welatî ji aliyê hêzên biyanî û êrişên rejîma Israîlî û komên têrorîst ve rastî binpêkirina giran tê û ev binpêkirin êş û azarên gelê Sûriyê giran û berdewam dike ku ev meseleya ji ber sepandina boykotên neqanûnî û nemirovane  girantir jî bûye.

Serepeyv