Tebax 17, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Dagirkerên amerîkî 40 tankêrên nifta Sûriyê talan kirin

Dagirkerên amerîkî 40 tankêrên nifta Sûriyê dizîn û veguhestin Iraqê.

Karwanekî pêkhatî ji 40 tankêrên nifta dizî ya Sûriyê ji derbasgeha neqanûnî ya Mehmûdiyeyê li parêzgeha Hesekeyê ber bi baregehên amerîkî li bakurê Iraqê va bi rê ket.

Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê beriya vêya gotibû ziyana lêketî li beşa nift û gazê ya vî welatî ji aliyê dagirkrên amerîkî û Hevpeymaniya Navneteweyî va ji sala 2011an heta 2022an nêzikî 107 miliyar dolar e ku Dimeşq li dû wergirtina qerebûya wê ye.

Dagirkerên amerîkî bi awayê neqanûnî hin navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê li parêzgehên Dêrezor, Heseke û Reqayê ku meydanên herî mezin ên nift û gazê yên Sûriyê li wir in, kontrol dikin.

Dewleta Dimeşqê b caran bi rêyên fermî hebûna artêşa Amerîkayê li axa Sûriyê wek dagirkerî û diziya dewletî bi armanca talankirina aşkira ya nifta vî welatî zaniye.

 

Serepeyv