Tebax 16, 2023 18:37 Asia/Tehran
  • NY: Ji pênc heta 7 hezar terorîstên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê hene

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) qala hebûna ji pênc heta 7 hezar terorîstên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriye kir.

Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin, Koma terorîstî ya DAIŞ'ê hema wisa ji pênc heta 7 hezar hêzî li Sûriye û Iraqê heye ku xetereke cidî ye. DAIŞ hema wisa çalak e û tevî zirarên giran ku tûşî wan bûye û tevî kêmbûna çalakiyên vê koma terorîst li Sûriye û Iraqê, xetera vegeriyana paşmayîyên wê bo meydanê hema wisa heye.

Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin, DAIŞ'ê stratejiya xwe digel şert û mercên heyî saz kiriye û digel niştecihên xwecihî sazgar bûye û hema wisa hêzên xwe nû dike û endamên zêdetir ji kesên çekdar li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê û çîn û qatên lawaz li welatên cînar digire.

Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin, Nêzikî 11 hezar çekdarên gumanrbarê endamtiya li DAIŞ'ê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne.

Aniha leşkerên amerîkî yên terorîst di halê organîzekirin û fêrkirina paşmayîyên DAIŞ'ê li Sûriyê ne û li gorî baweriya karzanên navçeyê, komployeke amerîkî bi amûrên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê di pêşerojeke nêzik da pêk tê.

 

Serepeyv