Tebax 07, 2023 15:39 Asia/Tehran
  • Hevserokê Konseya Rêveber a Navçeya Firatê: Jiyan li navçeyên bin kontrola Tirkiyê li Sûriyê nemumkin e

Yek ji berpirsên xwecihî li bakurê Sûriyê got: Li navçeyên bin kontrola Tirkiyê li Sûriyê bêqanûnî û nakokiyên brefireh hene û jiyan li van navçana bi rastî nemumkin e.

 

Hevserokê Konseya Rêveber a Navçeya Firatê bal kişand  ser vê yekê ku jiyan li navçeyên bin kontrola Tirkiyê nemumkin e û got: Tişta ku seyr û ecêb e, eva ye ku Tirkiye navçên bin kontrola xwe li Sûriyê navçeyên ewleh bi nav dike û eva di halekî de ye ku li van navçana bêqanûnî, rewandina merivan, talankirin, dizî, xwestina bacê û destdrêjî her roj berdewam in. 

 Mhemed Şahîn got: Li navçên ku ketine bin kontrola Tirkiyê tu qanûnek tine û em bi rastî nizanin ku navçeyên ewleh ên  ku Tirkiye behsa wan dike, tên çi wateyê. 

 Hikûmeta Tirkiyê ku ji sala 2018an va bi alîkaiya komên çekdar ên bin bin fermana xwe hin beşên berfireh ên axa Sûriyê dagir kiriye, hewil dide demografiya van navçana  biguherîne.

 

Serepeyv