Tîrmeh 28, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Îmen El-Sefedî: Pêşeroja awareyên sûrî li welatê wan bixwe ye

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê got: Pêşeroja awareyên sûrî li welatê wan bixwe ye û divê şert û mec ji bo vegeriyana wan a xwebexşane werin dabînkirin.

Îmen El-Sefedî Wezîrê Karên Derve yê Urdinê dio hevdîtina dgelê Cêymz Kilîfêrlî Wezîrê Karên Derve yê Inglîzê li Emmanê got: Urdinê hemî derfetên xwe ji bo raberkirina alîkariyê bo awareyan bi kar anîne û êdî nikare raberkirina xizmetên pêwîst ji bo dabînkirina jîyaneke baş ji bo awareyan bidomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsyariyên xwe derheq piştevanîya ji awareyan bi cih bîne, ji ber ku dabînkirina jîyaneke baş ji bo awareyan berpirsyariyeke komî ye.

Wî her wiha got: Me li Urdinê hemî derfet ji bo alîkariya bo miliyonek û sêsed hezar awareyên sûrî bi kar anîne, lê kêmbûna alîkariyên navneteweyî û rawestandina alîkariyên hin saziyên navneteweyî weke Bernameya Cîhanî ya Xwarekê bûye sebeba zêdebûna pirsgirêkên awareyan.

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê got: Berprisyariya renc û kêşeyên awareyên sûrî li ser ustiyê wan saz û kesan e ku di dabînkirina alîakrî û

 

Serepeyv