Tîrmeh 24, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Navbera Artêşa Sûriyê û paşmayîyên DAIŞ'ê pevçûn derket

çavkaniyeke leşkerî li Sûriyê qala pevçûna navbera Artêşa Sûriyê û paşmayîyên koma terorîstî ya DAIŞ'ê û kuştina hejmareke terorîstan kir.

Çavkaniyeke leşkerî li Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî wek bersiva bo destdirêjiya DAIŞ'ê hin êrîş li dijî wan li çolistana Eserya û rojavayê Dêrazorê û rojhilatê Reqayê pêk anîn.

Ji ber van êrîşên Artêşa Sûriyê hejmareke zehf a terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin an birîndar bûn û hinekên wan jî revîyan çolê.

Artêşa Sûriyê her wiha ragihand ku terorîstên DAIŞ'ê êrîşî ser baregeheke leşkerî ya Sûriyê li çolistana rojavayî li Dêrazorê kirin û hin pevçûnên giran navera du aliyan qewimîn.

Di van pevçûnên giran da hejmareke zehf a daiş'iyan hatin kuştin û du leşkerên artêşa Sûriyê jî canê xwe ji dest dan.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên terorîstî yên bin sîvana piştevaniya Amerîka, Erebistan û hevpeymanên wan d û bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêra Rejîma Siyonîst dest pê bû.

Serepeyv