Tîrmeh 07, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Sûriye û Rûsya meşqa leşkerî ya hevpar li dar dixin

Meşqa leşkerî ya hevpar a artêşên Sûriye û Rûsyayê bi mazûvaniya Sûriyê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Qonaxa yekem a meşqa leşkerî ya hevpar a Artêşên Sûriye û Rûsyayê dest pê bû.

Biryar e ku di çarçova vê meşqa leşkerî da hin hevahengî derbarê hevkariyên di warê alavên Bergiriya Asimanî û Balefiran da pêk bên.

Ev meşqa leşkerî rojekê piştî bidawîhatina meşqa leşkerî ya hêzên dagirker ên amerîkî û komên çekdar dest pê bû.

Rahênan û vekolandina çawaniya bersivdana bo êrîşên asimanî ji berûlayên din ên vê meşqa leşkerî hatiye zanîn ku biryar e heta nîveka Tîrmeha 2023an were domandin.

 

Serepeyv