Hezîran 29, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Fransayê Karistana Çîmentoyê li Sûriyê ji bo sîxoriyê bi kar anî

Bernameyeke belgewar a spanyayî aşkira kir ku servîsên istixbaratî yên Fransayê karistana çîmentoyê ya damezirandî ji aliyê Kompaniya Lafarjê (Lafarge) li bakurê Sûriyê wek nixûmandinek ji bo tora istixbaratî ku ji bo têkoşîna dijî dewleta Sûriyê pêk anîbû, bi kar anîn.

Li gorî vê raporê, Komeke nûçegihanan bi hevrêtiya tîma lêkolînê karîn serdana bakurê Sûriyê bikin û tevî keşfkirina karistaneke çîmentoyê ya terikandî ya ayîdî kompaniya fransî ya Lafarjê ji bop beşa avahîçêkirinê, bi hezaran belge li Sûriye, Urdin, Dubey û Parîsê derbarê vê karistanê û rola istixbaratî ya Fransayê di wê da berhev kirin.

Çavkaniyan ragihandin: Krîstof Gomard bi mebesta lawazkirina hikûmetê li Sûriyê, dabînkirina darayî ya komên terorîstî weke DAIŞ, Cebheya Nusreyê û koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye, Ajansa Anatoliyê roja 7ê Îlona 2021ê belgeyên têkildarî hevkariya Kompaniya Lafarjê ya Fransayê digel DAIŞ'ê bi haydariya servîsa istixbaratî ya vî welatî aşkira kirin.

Li Fransayê dosyeya dadweriyê ji bo kompaniya navbirî bi tawana "Dabînkirina darayî ya koma terorîstî ya DAIŞ'ê" û "Beşdarî di Cinayetên Cengê" hat vekirin.

 

 

Serepeyv