Hezîran 21, 2023 18:17 Asia/Tehran
  •  Rayedarê sûrî: Her cure encama  civîna Astaneyê, maye ser dreketina hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El-Cezîreyê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ragihand: Di encama êrişên bajaroknişînên siyonîst ser bajarokê Termesiyayê li bakurê Ramullahê welatiyekî filistînî şehîd bû.

20 emîn dewra civîna çaralî ya muzakireyên Formeta Astanê bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyê di asta alîkarên Wezîrên karên Derve yên Komara îslamî ya Îranê, Rûsiye, Tirkiye û Sûriyê roja sêşemiyê destpê bû, destpêkê hin şandinên Rûsiyê û hikûmeta Sûriyê muzakire kirin. 

 Li gorî rapora IRNAyê, Sosan, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê roja sêşemiyê di vê civînê de teqez kir ku her cure encama  rastîn di pêvajoya Astaneyê derbarê Sûriyê  maye ser hindê ku  Tirkiye  biryarê bide ku ji axa Sûriyê derkeve. 

 Sosan destnîşan kir: Derketina Hêzên Tirkiyê li gor xişteyeke demê, zemînê bo gotûbêja derbarê mijarên têkildarî vegerana  awareyan, rawestana li ber terorîzmê di hemî şikên wê û peywendiyên  du welatan  xweş dike. 

 Wî her wiha got: Gotinên rayedarên Tirkiyê derbarê serwerî û yekperçetiya erdê ya Sûriyê li dijî dewama  dagirkirina erdên Sûriyê ye û binpêkirina rêzikên navneteweyî û prensîpên herî sereke yên peywendiyên navneteweyî yên welatan e. 

Serepeyv