May 21, 2023 17:45 Asia/Tehran
  • Êrîşa xwefirrên Artêşa Tirkiyê ser Minbicê; çar hêzên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin

Çar kes di encama êrîşa xwefirrên Artêşa Tirkiyê ser rawestgeheke lêgerînê ya hêzên hikûmeta Şamê li bajarê Minbicê hatin kuştin.

Li pey êrîşa bi xwefirran a Artêşa Tirkyiê ser rawestgeheke lêgerînê ya hêzên hikûmeta Şamê li navenda bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê da, çar hêzên Sûriyê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Xwefirreke Artêşa Tirkiyê rawestegeheke lêgerînê ya hêzên hikûmeta Şamê li gundê Mecreyê li bakurê Minbicê da ber bombeyan.

Hêjayî gotinê ye ku roja Pêncşemiyê jî erebeyeke ne-leşkerî li gundekî derdora bajarê Minbicê li bakurê Sûriyê kete ber êrîşa bi xwefirran û di vê êrîşê da kesek hat kuştin.

Şamê bi caran hebûna leşkerên Tirkiyê li axa Sûriyê û êrîşên asimanî yên Tirkiyêli dijî welatiyên sûrî şermezar kiriye./

Serepeyv