May 20, 2023 09:34 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Komcivîna Cedeyê ji bo hevgirtina welatên erebî dibe alîkar

Serokkomarê Sûriyê di hevdîtina digel Welîehdê Erebistanê da tekez kir ku pesendname û daxuyaniyên komcivîna serokên welatên ereb li Ceddeyê ji bo hevgirtina zêdetir a ereban dibe alîkar.

Muhemed Bin Selman bin Ebdulezîz welîehdê Erebistana Seûdî li rex komcivîna 32an a serokên welatên erebî li bajarê Cedeyê digel Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Di vê hevdîtinê da, peywendiyên dualî navbera du welatên Erebistan û Sûriyê da û alûgorên di warê erebî da li gorî atmosfera erênî ya peywendiyên erebî-erebî ku nîşana şêwaza komî derheqê nêrînên hevpar e ku li Ceddeyê gihîştiye asta xwe ya herî bilind, hatin vekolandin.

Bişar Esed di vê hevdîtinê da pesna hewldanên Erebistana Seûdî ji bo lihevnêzikjkiirna ereban û pêkanîna atmosfera siyasî kir ku ji bo pêngavrakirina hevpar navbera welatên erebî bona bidestxistina berjwendiyên gel alîkarî dike.

Wî her wiha got: Ev yek girîng e ku komcivîna Ceddeyê dibe sebeba hevgirtina zêdetir navbera ereban.

Di komcivîna îsal a Yekîtiya Ereban da ku ji ber vegeriyana dubare ya Sûriyê bo nav vê yekîtiyê atmosfereke wê ya ciyawaz hebû, tekezî li ser hewldana ereban ji bo alîkariya bo Sûriyê di rêya çareserkirina qeyrana xwe hat kirin.

Ji aliyê din va, serokên welatên erebî yên endamê Yekîtiya Ereban di daxuyaniya xwe ya dawiyê da li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanan bona alîkariya ji bo çareserkirina meseleya Filistînê û qeyrana Sûriyê teqez kirin.

Di daxuyaniya dawiyê ya Komcivîna Yekîtiya Ereban da tekezî li ser rêzgirtina li nirx û çandîên hevûdu û rêzgirtina li hakimiyet, serxwebûn û yekparçetiya axa welatan û xwedûrkirin ji damezirandina komên çekdar û mîlîtan hat kirin.

Serokên welatên erebî yên endamê Yekîtiya Ereban her wiha di daxuyaniya xwe ya dawiyê da ser rawestaqndina destwerdana biyaniyan li karûbarêîn navxweyî yên welatên erebî teqez kirin.

Wan di vê daxuyaniyê da ragihandin ku ew pişta Konseya Rêbertiyê li Yemenê bi armanca pêkanîna ewlehî û aramiyê li vî welatî digirin.

Vê yekîtiyê her wiha piştevanî ji hewildanên navneteweyî û navçeyî jinbo bidestxistina rêkara siyasî ya giştalî ji bo qeyrana Yemenê kirin.

Komcivîna 32an a serokên Yekîtiya Ereban roja Înîyê bi mazûvaniya Ceddeya Erebistanê hat lidarxistin û bi dayîna daxuyaniyekê dawî li karê xwe anî.

Serepeyv