May 15, 2023 15:14 Asia/Tehran
  • Tawanên Tirkiyê li Efrînê

Rûniştiyên EFrînî di nava dewama tawanên artêşa Tirkiyê rojên zehmet derbas dikin, welatî di rewşeke zehmet de jiyan dikin.


Rûniştiyên Efrîna dagirbûyî û komên çekdar ên bin fermana  wê ye jiyaneke pir zehmet derbas dikin.  Alaya Tirkiyê û hînbûna zimanê tirkî bi zorê û xwendina bi tirkî, ev dîmen in ku mirov wer dizane  li bajarekî Tirkiyê de ye. 

  Pênc sal i ser dagirkirina Efrînê de derbas dibin. Li gor  rapora NY, Tirkiyê ji dema  dagirkirina vê navçeyê her cure işkenceyeke fîzîkî û derûnî û civakî li himber rûniştiyên wê cih aniye û  ji xeynî talankirina axa wan û şewitandina darên wan, ticaretê bi jiyana wan dike

 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li  Sûriyê dibêje: Ji dema dagirkirina Efrînê va heta niha, çekdarên kirêgirtî û artêşa Tirkiyê zêdetirî 680 welatî kuştine, ji vê hejmarê 93 ê wan  bin işkenceyê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 8792 welatî jî hatine rewandin. 

Zêde ji 100 jin hatine kuştin an destdirêjî ser wan hatiye kirin ku di nava wan de zarokên bin temenê yasayî jî tên dîtin. 

 

Serepeyv