May 14, 2023 15:45 Asia/Tehran
  • Parêzgarê Helebê; Em amadeyî beşdariya kompaniyên îranî di avedankirina Helebê da ne

Parêzgarê Helebê li bakurê Sûriyê sipasiya Îranê ji bo piştevaniya bo rizgarkirina vê parêzgehê û gihandina alîakriyê di dema erdheja mirinbar a vê dawiyê li bakurê Sûriyê kir.

Hisên Deyab Parêzgarê Helebê roja Yekşemiyê di civînekê da digel taximeke karzanên siyasî û medyakarên îranî da got: Bajarê Helebê jî weke bajar û navçeyên din ên Sûriyê kete ber êrîşa terorîstî ya dasepandî û eger piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê nebûya, serkeftina di vî şerî da ne mumkin bû.

Parêzgarê Helebê got: Xwîna şehîdên Îran û Sûriyê li parêzgeha Helebê tev li hev bûye û bi rîjîna van xwînên pak, Heleb û navçeyên din ên Sûriyê hatin rizgarkirin.

Deyab got: Ez sipasiya Komara Îslamî ya Îranê ji ber piştevaniya ji niştecihên Helebê di erdheja vê dawiyê da dikim.

Parêzgarê Helebê her wiha raporek ji asta wêraniyên cenga terorîstî li dijî vî bajarî û pêvajoya avedankirina wê raberkir û teqezî li ser amadetiya Helebê ji bo beşdariya kompaniyên îranî di warê avedankirina vî bajarî da kir.

Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Îranê û piştevaniya Rûsyayê karî dosyeya koma terorîstî ya DAIŞ'ê li vî welatî girêde.

Komên din ên terorîstî jî têk diçin.

 

Serepeyv