Çînê pêşwazî li vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341215-Çînê_pêşwazî_li_vegeriyana_sûriyê_bo_nav_yekîtiya_ereban_kir
Çînê tevî pêşwaziya li vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban, ev kiryar ser xêra welatên erebî û aştî û aramiya navçeyê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2023 12:12 Asia/Tehran
  • Çînê pêşwazî li vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban kir

Çînê tevî pêşwaziya li vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban, ev kiryar ser xêra welatên erebî û aştî û aramiya navçeyê zanî.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Çînê, Wang Wenbîn Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê roja Duşemiyê got: Em bawer in ku vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban ser sûda yekîtiya welatên erebî, geşatî û vejiyana cîhana ereban, aştî û aramî li Rojhilatê Navînê û berjewendiyên demdirêj ên welatên erebî ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê tekez kir ku Çîn hertim daxwaza yekgirtîbûna welatên erebî kiriye û bi awayekî çalak piştgiriyê dide vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê got ku Piken di vî warî da bi rêya kanalên xwe digel aliyên cûrbicûr di têkiliyê da bûye.