May 08, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 30 tankêrên nifta Sûriyê ji aliyê dagirkerên emerîkî va hatin talankirin

Dagirkerên emerîkî 33 takêrên nifta Sûriyê ji derbasgeha neqanûnî ya El-Mehmûdiyê veguhestin Iraqê.

 

Li gorî rapora SANA Newsê, eskerên dagirkerê emerîkî nifteke zêde ji meydanên Cezîre û rojhilata  Sûriyê va bi 33 tankêran ji riya derbasgeha neqanûnî ya Mehmûdiyê li Hesekê veghestin Iraqê. 

 Hikûmeta Sûriyê bi caran talankirina nift û serweta vî welatî ji aliyê Emerîkayê va şermezar kiriye. 

Pêştir jî eskerên dagirkerê emerîkî bi dehan tankêrên  hilgirê bi sedan ton niftê dizî ji bîrên parêzgehên Hesekê û Dêrezorê û Reqayê li bakur û bakur rojhlata vî welatî veguhestine Iraqê. 

 

Serepeyv