May 07, 2023 15:20 Asia/Tehran
  • Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban li ser vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtioya Ereban li hev kirin

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban roja Yekşemiyê di civîneke şêwirînê da û li paş deriyên girtî derbarê vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban piştî nebûneke 12 salî li hev kirin. Di pêşnivîsa vê biryarê da hatiye: Beşdariya taximên sûrî di civînên Yekîtiya Ereban da dê ji îro 7ê Gulanê va ji nû va dest pê bike.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban îro Yekşemiyê di halekî da ku kêmtir ji du hefte heta roja lidarxistina civîna serokên welatên erebî li Cedeya Erebistanê dio roja 19ê Gulanê da dem maye, civîneke awarte di asta Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban li Qahireyê û ji bo vekolandina dosyeya Sûriyê li dar xistin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban di vê civîna şêwirînê da ku li paş deriyên giştî hat lidarxistin, li ser vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban piştî nebûneke derdora 12 salan, li hev kirin.

Ev biryara Yekîtiya Ereban zivirîneke 180 derece li ser helwêsta wê ya berê derbarê Sûriyê ye.

Çend meh piştî destpêbûna qeyrana Sûriyê di 12ê Mijdara 2011an da, hin welatên erebî weke Qeter û Erebistanê daxwaza rawestandina endamtiya Sûriyê di civînên Yekîtiya Ereban da kirin. Niha û piştî 12 salan ji destpêka qeyranê û têkçûna projeya hilweşandina hikûmeta qanûnî ya Sûriyê û mayîna Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê di desthilatê da, Yekîtiya Ereban di civîneke di asta wezîran da biryara herî dawî derbarê vegeriyana Sûriyê bo nav vê yekîtiyê da.

Wezîrên Karên Derve yên Urdin, Erebistan, Iraq, Misir û Sûriyê hefteya derbasbûyî civîneke şêwirînê li dar xistin da ku rêyên vegeriyana awareyên sûrî ji welatên cînar û berfirehkirina serdestiya dewleta Sûriyê li ser hemî erdên xwe vekolînin.

Yekîtiya Ereban Mijdara 2011an endamtiya Sûriyê rawestand û boykotên siyasî û aborî dijî vî welatî sepandin.

Serepeyv