May 05, 2023 08:25 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran hevalê rojên zehmet ên welatên navçeyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran di serdema berxwedanê de, heval û piştgirê gel û hikûmeta Sûriyê bû û biratiya di navbera her du gelên berxwedêr ên Îran û Sûriyê yê bidome.

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh di dewama bernameyên sefera xwe ya Sûriyê de, di hevdîtina bi Feysel Miqdad, Wezîrê karên Derve yê Sûriyê re bal kişand ser vê yekê ku Îran hevalê rojên zehmet ên welatên navçeyê ye û got: Îran di serdema berxwedanê de heval û piştgirê gel û hikûmeta Sûriyê  bû û dê biratiya di navbera du gelên berxwedêr  ên Îran û Sûriyê bidome.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tevgera berxwedanê bi taybet li Filistînê Rejîma Siyonîst li erdê daye û got: Nêrîna berfirehxwaziyê û dagirkeriyê yaîro êdî işkest xwariye.

Feysel Miqdad, Wezîrê karên Derve yê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de destnîşan kir: Îranê zirûfên baş di warên aborî, ticarî, enerjî, zanistî û teknolojiyê de heye ku dikarin di warê jordebirina asta peywendiyên her du welatan de bên bikar anîn.

 

ایران سوریه

Serepeyv