May 02, 2023 07:10 Asia/Tehran
  •  Bergiriya Asmanî ya Artêşa Sûriyê li dijî armancên dijmin li Helebê çalak bû

Çavkaniyên nûçeyan berbanga Sêşemiyê qala çalakbûna Bergiriya Asmanî ya Artêşa Sûriyê li hemberî armancên dijmin li asimanê Helebê kirin.

SANA News'ê bi ragihandina vêya ku çend teqîn li derdora bajarê Heleba Sûriyê hatine bihîstin, ragihand, Sîstemên Bergiriya Asmanî ya Artêşa Sûriyê ji bo şopandina mûşekên êrîşker çalak bûne.

Hin çavkaniyên xwecihî jî dibêjin ku karistanên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê li Helebê ji armancên êrîşên siyonîstan bûne.

Televîzyona El-Exbariyeyê jî di nûçeyekê da ragihand ku ji ber êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst ser Helebê kesek şehîd bû û heft kes birîndar bûn.

Destdirêjiyên asimanî yên rejîma Îsraîlê di rewşekê da ne ku hikûmeta Sûriyê bi caran bi şandina nameyê bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), ev êrîş şermezar kirine û daxwaza rawestandina wan kiriye. Rejîma Îsraîlê di salên dawî da bi caran êrîşa asimanî biriye ser Dimeşq û deverên din ên Sûriyê û di pirraniya wan da êrîş ji aliyê Bergiriya Asmanî ya Artêşa Sûriyê va hatine têkşikandin.

 

Serepeyv