Nîsan 26, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tiranzîtê yê Sûrîyê: Em hewil didin rêya hesin a Sûrîyê bi ya Îranê va girêdin

Wezîrê Tranzîtê yê Sûrîyê basa berfirekirina hevkarîyên vî welatî û Îranê di warên ticaret û tranzîtê da kir û got ku em hewil didin rêya hesin a Sûrîyê bi rêka Iraqê bi rêya hesin a Îranê va girêdin.

Wezîrê Tranzîtê yê Sûrîyê Zehîr Xezîm li rex semînareke hevpar a sûrî-îranî got: Di hevdîtina digel Wezîrê Çêkirina Rê û Bajêran ê Îranê da xurtkirina hevkarîyên her du welatan hat hilkolandin û babeta herî girîng jî girêdna rêya hesin a Sûrîyê bi rêya hesin a Îranê va û çalakkirina veguhestina kel û pelan û mijara tranzîtê ye.

 

Xezîm amajeyî amadebûna Şamê ji bo berfirekirina danuistandinên ticarî yên digel Têhranê kir û got: Sûrîye amade ye şirketa tranzîtê ya hevpar damezirîne ku bi hevkarîya her du alîyan yê xêreke berfire bigihîne Sûrîye û Îranê.

 

Wezîrê Çêkirina Rê û Bajêran ê Îranê Mêhrdad Bezirpaş jî ku di eynî demê da Serokê Komsyona Hevpar a Îran û Sûrîyê ye, got: Mijara herî girîng a ku di Komsyona Hevpar a Îran û Sûrîyê da tê şopandin, abora deryamêhwer e, herwiha her du alî hewil didin rêyên hesin ji bo tranzîta kel û pel û rêwîyan vejînin û rêyên hesin ên Îran, Iraq û Sûrîyê bi hev ra bên girêdan.

 

Wezîrê Çêkirina Rê û Bajêran ê Îranê Mêhrdad Bezirpaş duh digel desteyeke pillebilind ji bo muzakireyên aborî gihîşt Sûrîyê û seredana wî yê du rojan bidome.

 

Serepeyv