Nîsan 25, 2023 17:32 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê êrişî çeperên terorîstan ên li bakur- rojavayê vî welatî kir

Artêşa Sûrîyê çeperên terorîstên Cebhet ul Nusre’yê dan ber rokêt û topan.

Rojnameya Al Watan a Sûrîyê ji zarê çavkanîyên meydanî nivîsî ku yekîneyên Artêşa vî welatî ku li derdora Hemayê li bakur- rojavayê ‘‘herêma kêmkirina gêreyê’’ çalak in, bi top û rokêtan êrişî çeperên terorîstên Cebhet ul Nusre’yê kirin.

Wê rojnameyê herwiha nivîsî ku ew êrişên ser çeperên terorîstên Cebhet ul Nusre’yê û hevpeymanên wan, wek bersiva himber destdirêjîyên terorîstan ên vê dawîyê ser navendên leşkerî yên li derdora başûr û rojhilatê Idlibê pêk hatin.

Ji hêla din va, çavkanîyên haydar ragihandin ku kesên çekdar û nenas êrişî xaleke lêgerînê ya berpirsyarê parastina cadeya sereke ya ber bi binkeya hêzên amerîkî li mezintirîn meydana niftê ya rojhilatê Sûrîyê kirin.

 

Serepeyv