Nîsan 24, 2023 15:13 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Hesekê li Sûriyê bona protestokirina dagirkeriya Tirkiyê

Xelkê Serêkaniyê li bajarê Hesekê yê Sûriyê bi lidarxistina xwenîşandanekê, daxwaza kutakirina dagirkeriya Tirkiyê û derketina eskerên wê ji axa welatê xwe kirin.

 Xelkê gundên El-Rawiye û El-Ezîzê li derdora rojavaya Serêkaniyê li bajarê Hesekê, piştî ku eskerên Tirkiyê dest bi kulana xendeqan  li erdên van navçana kirine, xwenîşandan li dar xistin.

 Xelkê van du gundan di vê xwenîaşndanê de bi hin sloganan ji eskerên Tirkiyê xwestin ku  bila terka axa Sûriyê bidin.

 Artêşa Tirkiyê niha zêdetirî 100 meqerên neqanûnî li bakurê Sûriyê ava kiriye û îdia dike ku mayîna eskerên wê li bakurê Sûriyê bona girtina pêşiya gefa komên kurd ên nasiyar bi Hêzên Demokratk ên Sûriyê, HSD ye.

 

Serepeyv