Nîsan 22, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Leşkerên amerîkî dizîna nifta Sûrîyê didomînin

Dagirkerên amerîkî careka din bi saya bi dehan tankeran nifta ji Sûrîyê dizîbûn, ji herêma Cizîrê veguhestin axa Iraqê.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand, dagirkerên amerîkî bi karwanekî pêkhatî ji 34 nifthilgiran, nifta ku bîrên niftê yên Cizîrê dizîbûn, ji derbasgeha neyasayî ya Mehmûdîyê va veguhestin axa Iraqê.

Leşkerên amerîkî yên dagirker herwina 40 nifthilgirên tijî nifta dizî ji derbasgeha neyasayî ya Welîd’ê va veguhestin axa Iraqê.

Dagirkerên amerîkî çendekê berî nika jî nifta ku ji meydanên niftê yên Sûrîyê dizîbûn, bi 32 kamyonên nifthilgir ji derdora Hesekeyê va bi rêya derbasgeha neyasayî ya Welîd’ê va veguhestin binkeyên leşkerên amerîkî yên dagirker li axa Iraqê.

Leşkerên amerîkî bilê talankirina nifta Sûrîyê, genimê vî welatî jî talan dikin.

 

Serepeyv