Nîsan 18, 2023 18:06 Asia/Tehran
  • Serdana Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê bo Sûriyê piştî 12 salan

‘Feysel Bin Ferhan’, Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî, derbasî Sûriyê bûye.

‘Feysel Bin Ferhan’, Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê, îro Sêşemiyê piştî 12 salan derbasî Şama paytexta Sûriyê bûye. Kanala siûdî ya El Ixbariyeyê ragihand ku ev serdana di çarçoveya ji nûvedestpêkirina peywendiyên di navbera Şam û Riyazê da û tenê çend roj piştî serdana ‘Feysel Miqdad’, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bo Cedê pêk hatiye. Li gorî çavkaniyên nûçeyan, Bin Ferhan di vê serdanê da peyamek ji aliyê serokê siûdî ve radestî serokkomarê Sûriyê dike û di vê peyamê da, ‘Bişar Esed’ ji bo serdana bo Riyazê hatiye vexwendin.

Erebistana Siûdî û Sûriyê li hev kirine ku piştî asayîkirina peywendiyan, pêvajoya ji nûvedestpêkirina xizmetên konsûlî û firrînên di navbera her du welatan da dest pê bikin.

Feysel Bin Ferhan û Miqdad, her du hevtûşên siûdî û sûrî, piştî hevdîtina li Cedeyê ragihandin ku wan li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên mirovdostiyê û herwiha xweşkirina rêyê ji bo gihîştina alîkariyan bo hemî navçeyên Sûriyê, li hev kirine.

 

Serepeyv