Nîsan 17, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Divê beriya endametiya nav Yekitiya Ereban em peywendiyên xwe yên dualî baştir bikin

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê derbarê endametiya vî welatî nav Yekitiya Ereban de got: Divê em ewilî peywendiyên dualî bi welatan re baştir bikin.

 ‘Feysel Miqdad’ got: Ger meseleya endametiya Sûriyê li nav Yekitiya Ereban hinek pirsgirêkan çareser dike, tişt nabe ku em xwe bo vegeriyana yekitiyê di nav ereban de bo demeke kurt fîda bikin.

 El-Miqdad got: Şamê bawerî heye ku hemî meseleyên cîhana ereban kok û bingekeke erebî hene û her tim daxwaza yekitiya hemî welatên erebî kiriye.

 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê got: Beriya baştirbûna peywendiyên dualî bi welatan re endametiya nav Yekitiya Ereban serê xwe nagre.

 Piştî hevdîtina Huseyn Emîr-Ebdulahiyan û Feysel Bin Ferhan, Wezîrên Karên Derve yên Îran û Erebistanê li Pikenê demajoya baştirkirina peywedmiyna bi hikûmetên ereb ên navçeyê re bi lezgînî tê şopandin.

 

Serepeyv