Nîsan 17, 2023 14:14 Asia/Tehran
  • Çar eskerên Tirkiyê li bakurê Sûriyê birîndar bûn

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê mukir hat ku di encama êrişa bi rokêt û hawanan ser meqerên Tirkiyê çar eskerên vî welatî birîndar bûn.

Di halekî de ku mayîna eskerên Tirkiyê li bakurê Sûriyê neqanûnî ye û Tirkiye bi mehneya rawestana li ber terorîstan beşeke berfire a Sûriyê dagir kiriye û pêşdeçûnên xwe li axa vî welatî didomîne, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê duh mukir hat ku di encama êrişa bi rokêtan ser meqereke vî welatî li bakurê Sûriyê çar eskerên din ên Tirkyê birîndar bûne.

Pêştir jî eskerên Tirkiyê li Sûriyê ziyaneke giran dîtine.

Hikûmeta Tirkiyê bi mehneya serkutkirina komên kirêgirtî ji çend salan berî niha va derbasî bakurê Sûriyê bûye û ji xeynî dagirkirina beşeke berfireh a axa Sûriyê hewil dide demografîya van navçeyan ku piraniya wan kurd in biguherîne û dewsa wan erebên tundrê û komên ser bi Enqereyê li van navçeyan bi cih bike.

Hikûmeta Sûriyê bi caran mayîna eskerên Tirkiyê li axa xwe şermezar kiriye.

 

Serepeyv