Nîsan 04, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê himber êrişên Rejîma Sîyonîstbertek nîşan da

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê himber êrişên destdirêjane yên Rejîma Sîyonîst ên di 4 rojên buhurî da bertek nîşan da û bilî şermezarkirina tund a wan, derbara xeterên domandina binpêkirina serwerîya Sûrîyê da hişyarî da.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê di daxûyanîyekê da herwiha
ragihand: Di 4 rojên buhurî da hêzên dagirker ên Rejîma Sîyonîst
çend caran êrişî Şamê û hin deverên derdora wî şarî, Humsê û
derdorê kirin ku di encamê da hejmarek sivîl hatin şehîdkirin û
birîndarkirin û herwiha zîyana maddî pêk hat.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê herwiha ragihand: Şam careka
din Israyîlê û piştgirên wê derbara xeterên sîyasetên êrişkerane
ku herêmê ber bi bêewlehîtî û bêistiqrarîyeke tund va kaş dikin da
hişyar dike.
Medyayên ereb û sîyonîst berbanga îro jî ragihandin ku dengê
teqînên giran li esmanê paytexta Sûrîyê hat bihîstin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) jî ragihand
ku mertala berevanîya esmanî ya Artêşa Sûrîyê çend rokêt li
esmanê Şamê têk birin.