Şam: Em amade ne li hember êrişên terorîstên îsraîlî bisekinin
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, ji bilî terorîstîzanîna êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser axa wî welatî, pêgîrî kir ku ji bo sekinîna li hember van cinayetên faşîstî amade ne.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, roja îniyê wek berteka li
hember êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst pêgîrî kir,
êrişên bidûhev ên dagîrkeran ser Sûriyê hevdengiya nêzîk
a di navbera Têlavîv û komên terorîst da bi armanca
demdirêjkirina qeyranê nîşan didin.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, pêgîrî kir, Îsrayîl
siyasetên cengê û cinayetkerane dijî Sûriyê didomîne,
balafirên wan ên cengê bi terorîstan re tam hemaheng in
ku êrişî ser hêzên sûrî li navçeya El Danayê kirin û
cinayetên nû pêk anîn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê da hatiye,
ev êrişên bidûhev nîşan diidn ku di navbera terorîstên
îsraîlî û komên din ên terorîst da hevdengiyeka nêzîk heye,
armanca wan bêguman dirêjbûna dema qeyrana li Sûriyê
û jinavbirina zirûfên vî welatî ye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê destnîşan kir, Sûriye
pêgîriyê dike ku amade ye li hember van hemû pirsgirêk û
êrişên faşîstî ji bo serxistina vîna xelkê Sûriyê bona
serketin û sepandina desthilatdariya Sûriyê li ser hemî ax û
sînorê hewayî bisekine.