Adar 30, 2023 09:04 Asia/Tehran
  • Sûriyê êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Şamê pûç kirin

Çavkaniyên fermî yên Sûriyê sibeha îro ragihandin ku sîstima berevaniya hewayî ya artêşa vî welatî, êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Şamê pûç kirine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê(SANA) pêgîrî kir ku sîstima berevaniya hewayî ya artêşa Sûriyê li derdora Şamê li hember mûçekên siyûnîstan sekinîn û para zêde ya wan rûxandin.

Çavkaniyeka leşkerî ya sûrî di vî warî da got: Derdora saet 1:20 xulekan a sibeha pêncşemiyê ser dema herêmê, dijminê îsraîlî ji aliyê Gulana Dagirbûyî ve bi çend mûşekan ve êriş pêk anî û êrişî hin navendên li başûrê Şamê kir ku sîstima berevaniya hewayî ya artêşê li hember mûşekên êrişker sekinî û para zêde ya wan ji nav bir.

Vî rayedarê sûrî herwiha got: Di encama vê êrişê da 2 leşkerên sûrî birîndar bûn û xisarên zaf jî pêk hatin.