Adar 29, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Fermana Serokomarê Sûrîyê têkildarî kabînê; 5 wezîrên nû hatin destnîşankirin

Serokomarê Sûrîyê bi fermanekê bi merema çaksazîyan di kabînê da, 5 wezîrên nû destnîşan kirin.

Serokkomarê Sûrîyê Bişar Esed bi fermana hejmar 91 di sala 2023yê da, 5 wezîrên nû ji bo kabîna xwe dîyar kirin.

Li gorî fermana Serokomarê Sûrîyê, Furas Hesen Qedûr wek Wezîrê Nift û Çavkanîyên Kanzayê, Muhsin Ebdulkerîm Elî wek Wezîrê Ticareta Navxwe, Ebdulqadir Coxdar wek Wezîrê Pîşeyê, Imadeddîn Muncid wek Wezîrê Kar û Karên Civakî û Ehmed Postecî wek Wezîrê Rawêjkarê hikûmetê hatin destnîşankirin.

Herwiha Mihemed Fayiz Burşe Wezîr-Rawêjkarê berê yê hikûmeta Sûrîyê ji vê postê hat wêdadayîn.