Adar 25, 2023 18:53 Asia/Tehran
  • DAIŞ’ê li Sûriyê serê 15 kesan jê kir

Koma nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku herî kêm 15 sûrî ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve li rojhilatê parêzgeha Hemahê ve hatin serjêkirin.

15 welatiyên sûrî şeva buhurî di halê komkirina kuvarikan li navçeya Cerf Marînayê û Herîbeyê li rojhilatê parêzgeha Hemahê bûn ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve hatin desteserkirin û serjêkirin.

 Li gor vê raporê, 40 kesên din ên vê navçeyê jî bêserûşûn bûn û ti agahî derbarê wan tine.

Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê Pênncşemiyê şevê jî ragihand ku heft kesên sivîl li derdora bajarê Hemahê li navenda Sûriyê ji aliyê DAIŞ’ê va hatin kuştin.

 DAIŞ û komên terorîst sala 2017’an piştî 4 salan operasyona terorîstî ya berfireh li Sûriyê û Iraqê û dagirkirina beşeke zêde ji van du welatan têk çû, lê tevî vê yekê hin şaxên nepenî û paşmayîyên wê li Iraq û Sûriyê dest bi operasyona dijî xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê dikin.

 

Serepeyv