Adar 25, 2023 14:59 Asia/Tehran
  • Baregehên dagirkerên amerîkî li Sûriyê ketin ber êrişa bi mûşekan

Îniyê şevê zêdetirî 30 rokêt ber bi du baregehên neqanûnî yên Amerîkayê li du meydanên El-Emer û meydana gazê ya Konîkoyê li Dêrezorê li bakur-rojhilatê Sûriyê hatin avêtin.

Çavkaniyên xwecihî derbarê êrişa mûşekî ser baregeha Amerîkayê li meydana Konîkoyê li bakurê Dêrezorê agahiyan didin.

 Nûçegîhanê Al-Alamê got: Di encama vê êrişê de baregeha amerîkî li meyana niftê ya El-Emerê li Dêrezorê ket ber êrişan û piştî wê dengê çend teqînan hat bihîstin.

Nûçegihanê vê kanalê got ku tirs û xofeke zêde ketiye nav welatiyên sivîl ên gund û bajarokên derdora baregehên amerîkî li meydana Konîkoyê.

Her wiha vî nûçegihanî ragihandiye ku dengê zengila hişyariyê li nav baregeha amerîkî ya Konîkoyê li Hesekeyê hatiye bihîstin û got ev baregeha amerîkî li rojhilatê Dêrezorê ketiye ber êrişa zêdetirî 20 mûşekan.

 

Serepeyv