Adar 12, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • SOHR: Leşkerên Tirkiyê kuştina sûriyan li ser sînor didomînin

Leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê vî welatî dgel Sûriyê bi êrîşa li ser çend welatiyan, xortek kuştin û sisêyên din birîndar kirin.

Li gorî nivîsa Saziya Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), leşkerên Tirkiyê bi çekên sar û germ êrîşî ser komeke xortên sûrî kirin û di encamê da xortek kuştin û sisê jî birîndar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya gihîştina van xortan bo Sûriyê li derbasgeha sînorî ya “Bab ul-Hewa”yê li parêzgeha Idlibê, leşkerên Tirkiyê ew dan ber lêdanê.

Leşkerên Tirkyiê ji destpêka sala 2023an va heta niha li ser sînor û nêzikî wî neh welatiyên sivîl kuştine û panzdeh kes ji wan zarok û du jin birîndar kirine.

 

Serepeyv