Şam: Serdana jeneralê amerîkî ya Sûriyê neqanûnî ye
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, serdana neqanûnî ya Serokê Erkntiya Artêşa Amerîkayê ya bo Sûriyê şermezar kir û ew wek binpêkirina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê da zanîn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihand ku Sûriye seredana “Mark Milley”, Serokê Erkantiya Artêşa Amerîkayê ji meqereke eskerî ya neqanûnî li bakur-rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û teqez kir ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê ye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di vê daxûyaniyê de ji hikûmeta Amerîkayê xwest ku bila demlidest binpêkirina sîstematîk û berdewam a qanûnên navneteweyî rawestîne û piştgiriya xwe ji mîlîtanên çekdar ên cudatîxwaz rawestîne.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di vê daxûyaniyê de ji welatên ku bi dû ewlehî û aramiya li navçe û cîhanê ne jî xwest ku bila vê destdirêjiyên Amerîkayê şermezar bikin û wê rawestînin.
Şam hebûna hêzên amerîkî li nav axa Sûriyê neqanûnî dizane û bi caran nerazîtiya xwe ji ber vê meseleya diyar kiriye.