Adar 05, 2023 17:22 Asia/Tehran
  • Amerîkayê nifta dizî ya Sûriyê veguheste baregehên xwe li Iraqê

Çavkaniyên xwecihî yên sûrî ragihandin ku sî û çar kamyon û tankêrên hilgira nifta dizî ya Sûriyê bi rêya derbasgeha sînorî ya El-Welîdê li derdora Ye’rebîyeyê derketin û ev barê niftê veguhestin baregehên Amerîkayê yên li nav axa Iraqê.

Çavkaniyên xwecihî ji SANA News’ê ra gotin ku leşkerên amerîkî nifta dizî ji meydanên niftê yên herêma Cizîreyê ya Sûriyê veguhestin baregehên xwe li nav axa Iraqê.

Van çavkaniyan her wiha ragihandin, Karwanekî pêkhatî ji 23 kamyon û tankêrên hilgira nifta dizî ya Sûriyê ji meydanên niftê yên herêma Cizîreya vî welatî bi rêya derbasgeha sînorî ya Mehmûdîyeyê li derdora Ye’rebîye, li rojhilatê parêzgeha Hesekeyê derketin.

Wezareta Niftê ya Sûriyê pêştir bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên amerîkî û kirêgirtiyên wan derdora 66 hezar bermîl di rojê da nifa navçeyên dagirkirî li rojhilatê Sûriyê didizin û piştî qaçaxa wê ji Sûriyê bo Iraqê, nifta vî welatî li bazarên reş ên Herêma Kurdistana Iraqê difiroşin û beşeke wê ji bo mesrefên xwe vediguhezînin baregehên xwe.

Amerîkayê di heyama deh salan şerê dijî Sûriyê da bi behaneya têkoşîna dijî terorîsm û DAIŞ’ê, pişta aliyên cudatîxwaz li vî welatî girtiye û navçeyên niftzêm ên Sûriyê dagir kirine.

 

Serepeyv