Adar 05, 2023 17:03 Asia/Tehran
  • 25 welatiyên sûrî di bûyera noqimbûna belemekê da li perravên Lîbyayê da canê xwe ji dest dan

Belemeke koçberan li peravên Lîbyayê noqimî bin avê bû û di encamê da 25 koçberan canê xwe ji dest dan ku piraniya wan ji bajarê Kobanîyê ne.

Duh belemeke koçberan ji navçeya Kembûtê li bajarê Tibriqê li Lîbyayê dixwest biçe Îtalyayê, li nêzîkî peravên Lîbyayê noqim bin avê bû, di encam de 9 koçberên ji Kobaniyê canê xwe ji dest dane ku heta nika nasnameya heft kes ji wan hatîye destnîşankirin û tîmên alîkarîgîhandinê meytên du zarokên din ên ji Kobaniyê ji belemê derxistine û heta nika ti agahiyek derheq çarenivîsa 14 kes ji wan tineye.

Herwiha tê gotin ku jineka xelka Efrînê û 2 zarokên wê di nava bêserûşûnên vê bûyerê da ne.

Cotmeha sala borî jî belemeke koçberan li nêzîkî bajarê Wehranê yê Cezayîrê noqimî bin avê bûbû ku di encamê da 18 kesan ku pirranî xelkê Kobanîyê bûn, canê xwe ji dest dan.

 

Serepeyv