Adar 03, 2023 17:17 Asia/Tehran
  • Artêşa Rejîma Siyonîst bi topan êrîşî ser baregeheke Artêşa Sûriyê kir

Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Quneytereyê ya başûrê Sûriyê ragihandin ku artêşa Rejîma Siyonîst baregeheke artêşa Sûriyê daye ber topan.

Li gorî rapora Fars News’ê, Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Quneytereya başûrê Sûriyê roja Pêncşemiyê ragihandin ku tankeke “Merkava” ya artêşa Rejîma Siyonîst bi sê topan baregeha artêşa Sûriyê li gundê Bêr Ecemê li başûrê Quneytereyê daye ber êrîşê.

Ev êrîş di demekê da qewimî ku hejmareke hêzên artêşa Sûriyê ber bi baregeha “Burc El-Zeraet”ê ku tîpa 90î li wir bi cih bûye va diçûn.

Roja Çarşemiyê jî balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst hin belavok belav kirin ku li ser wan wiha hatibû nivîsîn: “Em ê dewama hebûna Hizbullahê li baregeha ‘Til El-Hare’yê tehemil nekin.”

Ev belavok aşkira nîşan didin ku siyonîst hema wisa ji hebûna hêzên Hizbullahê li nêzikî Golana dagirbûyî ya Sûriyê ditirsin û tevî îdiayên berê, ev navçe vediguhere baregeha Berxwedanê li nêzikî erdên dagirbûyî.

 

 

 

Serepeyv