Adar 02, 2023 18:28 Asia/Tehran
  •  Teqîna mirinbar li Dêrezora Sûriyê

Di encama teqîna mayîna endamên DAIŞ’ê li derdora bajarê Dêrezora Sûriyê, herî kêm 45 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

Di encama teqîna mayînên DAIŞ’ê li derdora bajarê Dêrezora Sûriyê, ser rêya kamyona ku hilgirê welatiyên sûrî li navçeya Kebacîbê li derdora Dêrezorê bû, pênc welatî hatin kuştin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

 Duşemiya buhurî 27 Sibatê jî, ji ber teqîna mayînên terorîstên DAIŞ’ê li gundê El- Mesterîhê li derdora rojhilatê bajarê El-Selmiyê li parêzgeha Hemahê  neh kes hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Ev bûyer di halekî de cih tên ku Amerîka û hevpeymanên wê bi mehneya rawestana li ber komên terorîst bi awayê neqanûnî li Sûriyê de mane.

Rayedarên Sûriyê bi caran teqez kirine, kiryarên Amerîka û hevpeymanên wê li Sûriyê tên watetya ”Dagirkerî”yê.

 

Serepeyv